Teşkîlata Hevkarîya Îslamê bi rewşa neasayî kom dibe

Teşkîlata Hevkarîya Îslamê, bi pêşniyara Îran û Iraqê ji ber heqaretên li dijî Qurana Pîroza a Danîmarka û Swêdê roja Duşemê bi rewşa neasayî kom dibe.

Ekleme: 26.07.2023 11:35:28 / Güncelleme: 26.07.2023 11:35:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nasir Kenanîyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komarîya Îslam a Îranê, daxuyand ku Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ji ber heqaretên li dijî Qurana Pîroza ew ê bi rewşa neasayî kom bibe.

Nasir di daxuyanîya ku niviskî belav kir de weha got, “Ji Teşkîlata Hevkarîya Îslamê daxwazîya civînê a fermî hat şîyandin. Hat qerardayîn ku ev civîn roja Duşemê bi minasebeta heqareta li dijî Qurana Pîroz bi rewşa neasayî kom bibe.” (ÎLKHA)