Rejîma îşxalker a sîyonîst li Nablusê 3 Filistînîyan şehîd kir

Rejîma îşxalker a sîyonîst, li bajara Nablusa Şerîaya Rojava êrîşî Filistînîyan kir û 3 ciwanan şehîd kir. li ser bûyerê ji teref HAMASê ve daxuyanîyek hat belavkirin û hat diyarkirin ku ew ê şehîdkirina berxwedêran berxwedanê ziîf neke.

Ekleme: 25.07.2023 14:05:33 / Güncelleme: 25.07.2023 14:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di seatên serê sibehê de ji teref sîyonîstên îşxalkeran ve li nêzê Derê Et-Tura li bajara Nablusa Şerîaya Rojava êrîş li Filistînîyan hat kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin sîyonîstên îşxalker ên ku îddîa dikin ji wesayîtan wan re bi çekan êrîş hatîye kirin, ji ciwanên ku di nav wesayîtan de bûn re gule reşandin.

Li gorî nûçeyên herêmê sîyonîstan piştî êrîşê nehêştin ku bira ambûlans midexele bikin û derheqê nasmaneya ciwanên şehîd de jî hêj tu agahîyek nehat dayîn.

Hamas derheqê bûyerê de daxuyanîyek belav kir û weha got, “Êrîşkirina rejima îşxalkeran ku li Nablusê kirin û 3 berxwedêran şehîd kirin neyartîya wan a li dijî gelê Filistînê roj bi roj zêde dibe, rejîma faşît ji cînayetên xwe cînayetekî nû jî nivisand. Şehîdkirina berxwedêran ew ê berxwedana li Şerîaya Roajava ziîf neke. Ciwan û berxwedêrên Filistînê berxwedanên xwe yên li dijî îşxalê bidomînin. Ew ê xwîna şehîdan li erdê nemîne. Îşxalkeran, ew ê bedêla cînayetên xwe zû an jî dereng lê mitleqe ew ê bidin.” (ÎLKHA)