Li Senegalê keleka ku koçber tê de bûn bin av bû: 14 mirî

Li peravê Dakara paytexta Senegalê keleka ku koçber tê de bûn bin av bû, di encama bûyerê de 14 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 24.07.2023 18:09:47 / Güncelleme: 24.07.2023 18:09:47 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Samba Kandjîyê Alîkarê Serokê Şaredarîya Ouakama ku bûyer li wê derê pêk hatîye, daxuyand di encama bin av bûna keleka masîvanan a ku koçber tê de bûn de herî kêm 14 kesan canê xwe ji dest dan, xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome û dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe.

Li Senegalê di van demên dawîn de koçberiya qaçax a bi rêya behrê ber bi Ewropayê ve zêde bûye.

Rêxistina sîvîl a Îspanyayê Caminando Fronteras (Sînorên Meş) ragihand ku 3 botên ku 60, 65 û 200 koçberên neqanûnî tê de bûn, di 23 û 27ê Hezîranê de li Okyanûsa Atlantîk dîsa li Kafountine winda bûne.

Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Senegalê bûyerê derewand û ragihand ku di navbera 28ê Hezîran-9ê Tîrmehê de 260 koçberên neqanûnî li avên xaka Fasê hatine xelaskirin. (ÎLKHA)