Li Eskîşehîdê qezaya zîncîrî: 12 birîndar

Li Eskîşehîdê di encama qezaya ku mînîbûsa karkeran û wesayît tê de bûn de 12 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 24.07.2023 17:35:31 / Güncelleme: 24.07.2023 17:35:31 / Xeberen Kurdi / Eskişehir Haberleri
Destek için 

Qeza, li ser Rêya Derodor a Taxa 71 Malan pêk hat. Li gorî îddîayan, du mînîbûsên karkeran û 2 wesayît ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 12 kesan birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên bajêr re hatin rakirin. Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)