Li Sudanê nexweşxaneyan nikarin xizmetê bidin

Li Sudanê ji ber pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Alîkarî ya Lezgîn de li welat ji sedî 70 nexweşxane nikarin xizmetê bidin.

Ekleme: 24.07.2023 11:20:31 / Güncelleme: 24.07.2023 11:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Sendîqaya Bijîşkên Sudanê ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku ji 89 nexweşxaneyên li Xaruma paytext û herêmên pevçûnê yên dinê 62yên wan nikarin xizmetê bidin, 27 nexweşxaneyên dinê jî an xizmeta normal an jî hindikî dikarin xizmetê bidin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin nexweşxaneyên ku niha feal in jî ji ber kêmasîya personelan, amûrên tibbî, kêmasîya av û ceryanê bi girtinê re rûbirû ne.

Hat îfadekirin ku di demên dawîn de li nexweşxaneyan jî êrîş tên kirin û daxuyanî weha berdewam kir, “Hejmarê nexweşxaneyên ku di dema serê pevçûnan heta niha de hatine bombekirin derket 19an, 22 nexweşxane jî bi zorîtî hatin valakirin. Hemû tesîsên nexweşxaneyê ên li bajara Cuneyneya ku li wîlayeta Darfura Rojavayê ye hêna jî xizmetê nadin.”

Di serê sibeha 15ê Nîsanê heta niha de di navbera artêşa Sudanê û Hêzên Alîkarî ya Lezgîn de pevçûn derket.

Di encama pevçûnan de heta niha ji 3 hezarî zêdetir mirov canê xwe ji dest dan, bi deh hezaran jî birîndar bûn, di nav welat de jî ji 3 milyonî zêdetir mirov koçber bûne. (ÎLKHA)