HUDA PAR: Me hemû bernameyên xwe yên havînê betal kir

Navenda Giştî yê HUDA PARê, daxuyand ji ber êrîşa ku li Edeneyê hat kirin û Sekreterê Bajarê Sacît Pîşgîn Şehîd bû hemû bernameyên xwe yên havînê betal kirin, ew ê şînan jî di hemû teşkîlatên xwe de qebûl bikin.

Ekleme: 24.07.2023 11:09:43 / Güncelleme: 24.07.2023 11:09:43 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî ya fermî a HUDA PARê hat belavkirin de weha hat gotin, “Hemû bernameyên havînê û bernameyên yên dinê ku teşkîlatên me yên bajêr û navçe plan kirine, bi minasebeta şehadeta birayê me Sacît Pîşgînê Sekreterê me yê Bajarê Edeneyê hatine betalkirin. Xeyn ji vêya di hemû teşkîlatên me de 3 roj di navbera seat 10.30an - 16.30an de şîn bên qebûlkirin.” (ÎLKHA)