Li Sudanê balafira barkêşî ket xwarê: 9 mirî

Hat destnîşankirin ku li Sudanê, balafira barkêşî ya sîvîl di dema rabûnê de ket xwarê û 9 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 24.07.2023 10:15:29 / Güncelleme: 24.07.2023 10:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa Sudanê daxuyand, qeza li Balafirgeha Port Sudan a ku li bakurê welat e pêk hatîye.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Îşev, di Balafigeha Port Sudanê de, balafira barkêşîYa sîvîl a ji tîpa Antonovê, di dema rabûnê de ji ber xerabûna teknîkî ket xwarê.”

Di encAma qezayê de 4 jê personelê balafirê 9 kesan canê xwe ji dest dan, zarokek jî bi saxîtî hat xelaskirin. (ÎLKHA)