Şehîd Sacîtê Sekreterê Bajara Edene yê HUDA PARê hat definkirin

Sekreterê Bajara HUDA PARê Sacît Pişgînê ku doh di encama êrîşa hovane ya ku di dema nimêjê de lê hat kirin de şehîd bû, hat definkirin.

Ekleme: 23.07.2023 15:50:33 / Güncelleme: 23.07.2023 15:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di êrîşa bi kêrê ya ku li Serokatiya Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê hat lidarxistin de Serokê Bajarê Salih Demîr û Sekreterê Bajarê Sacit Pişgin birîndar bûn.

Sacît ê ku bi giranî birîndar bûbû şehîd bû, tedawiya Serokê Bajarê Demîr dewam dike.

Şehîd Sacîd ku cenazeyê wî ji nexweşxaneyê hate girtin, bi karwanekî ji sedan wesayîtan birin Goristana Burukê.

Ji bo Şehîd Sacit bi beşdariya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, Wekîlê Partiya Seadetê Necmettîn Çalişkan, Wekîlê HUDA PARê Serkan Ramanli û Wekîlê HUDA PARê Faruk Dinç merasima cenazeyê hat lidarxistin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku di bernameya cenazeyê de axivî weha got, “Me ne tenê birayek wenda kir, Edeneyê babaegîd û nirxeke xwe wenda kir. Serê me me hemûyan sax be. Di dirêjahiya dîrokê de navendên ku li ser gendeliyê dixebitin, leşkerên tariyê bi mirovên wisa xweş nerehet bûne. Bi her cure astengiyan hewl dan rê li ber wan bigirin. Lê belê leşkerên qenciyê yên ku ti astengiyên fizîkî nas nedikirin, li seranserê welat tovên qenciyê direşînin. Yên ku çareya ji holê rakirina wan bi fizîkî dibînin, evdalên ku difikirin ku çareserî ev e, bila bizanibin ku em wek çandina ku her yek sed dexl dide û 7 guhan çêdike ne. Hêvîdar im em ê çandina wan tovan bidomînin. Em ê tovên qenciyê yên ku van birayan çandine av bidin û biçînin. Heya ku sarbûna wan hemû welat, dinya û zemînê dorpêç bike, bi îzna Xwedê. Belê, em diêşin, dilê me dişewite, lê xuşk û birayên min, bizanibin ku wextê me tune ku em şînê bikin. Ji ber ku ji bo belavkirina xêrê li welat gelek xebat hene. Hêvîdar im ku em ê hewl bidin ku hemû alî bigihin hev û valahiya van birayan tijî bikin. Ligel kesên ku hewl didin me bixapînin qadên ne meşrû jî em ê li ser belavkirina xêrê berdewam bin. Cardin bira serê me sax be.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di axaftina xwe de silav û sersaxîya Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan şîyand.

Piştî nimêja cenaze ji aliyê Molla Ekrem Derdiyok ve hat kirin, rûyê Şehîd Sacit cara dawî ji malbat, heval û hezkiriyên xwe re hat vekirin.

Di merasîma cenazeyê bi hezaran kesî de tim û tim tekbîr hatin anîtin siloganên "Ji bo zaliman bijî cehenem” hatin qîrîn.

Wek Ajansa Nûçeyan A Îlkeyê; Em jî ji bo birayê xwe şehîd Sacît ji Xweda daxwazîya rehmê û ji malbat û hevrêyên wî re jî sebrê dixwazin. (ÎLKHA)