Rusya êrîşî Ukraynayê kir: Mirîyek, 18 birîndar

Di êrîşa ku Rusya li Edessaya Ukraynayê kir de kesekî canê xwe ji dest da, 18 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 23.07.2023 14:40:31 / Güncelleme: 23.07.2023 14:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Oleg Kîperê Serokê Îdareya Dewlet a Herêma Odessayê, di daxuyanîya ku derheqê êrîşê de kir de diyar kir ku mirî û birîndar hene.

Kîperê ku destnîşan kir di êrîşa Rusyayê de binesazî û xanîyên bajarê jî zerarê dîtin weha got, “Di êrîşê de, 4 jê zarok 18 kesan birîndar bûn. Mixabin, sîvîlek canê xwe ji dest da. Ji eqrebeyên wê re sersaxîyê daxwaz dikim.” (ÎLKHA)