Komara Îslamî ya Îranê daxuyand ku ew balyozê nû yê Swêdê qebûl nakin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Emîr Abdullahiyan diyar kir ku bi talîmata Serokkomar Îbrahîm Reîsî, ji ber êrîşa li dijî Qur'anê, ew ê Balyozê nû yê Swêdê yê li Tehranê qebûl nekin.

Ekleme: 23.07.2023 10:50:36 / Güncelleme: 23.07.2023 10:50:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ragihand ku dema erkê Balyozê Swêd li Têhranê bi dawî bûye û destnîşan kir ku bi telîmata Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, ji ber êrişa li dijî Qur'anê, ew balyozê nû yê Swêdê li Tehranê qebûl nakin.

Abdullahiyan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta hikûmeta Swêdê ji bo parastina kitêbên pîroz gavên bi bandor neavêje Îran balyozê xwe naşîne Swêdê.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom di pêwendiyeke telefonî de, Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström diyar kir ku divê kesê ku li Swêdê êrîşî Qur'anê kiriye bê girtin û bê dadgehkirin. (ÎLKHA)