Li Antalyayê di otelekê de şewat: 2 mirî 10 birîndar

Di encama şewata ku li Antalyayê di otelekê derket de 2 kesên Libnanê canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 22.07.2023 13:05:31 / Güncelleme: 22.07.2023 13:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat li otela ku li Taxa Barbaros e pêk hat. Şewata ku derket ji teref îtfaîyevanan ve hat tefandin.  Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama şewata ku derker de 2 kesên Libnanê canê xwe ji dest dan û 10 kesên Holland, Danîmarka û Norveçî  jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)