Li Hindistanê ji ber hezaza axê hejmara miriyan derket 22yan

Li Maharashtraya eyaleta Hindistanê ji ber barana zêde hezaza axê.

Ekleme: 22.07.2023 11:30:30 / Güncelleme: 22.07.2023 11:30:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gundê Îsrhalwaldî yê eyaleta Maharashtra ya li rojavayê Hindistanê baranên zêde bi tesîr bûn.

Di hezaza axê ya ku di encama baranê de pêk hat de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li herêmê ji 50 malan 17 xanî di bin axê de man, dar ketin û gelek cih jî di nav di heriyê de man.

Tîmên lêgerîn û xilaskirinê xebatên xwe yên lêgerîn û xilaskirinê yên ji bo herî kêm 100 kesên di bin xirbeyan da mane didomînin.

Rayedaran anî ziman ku ji ber barana zêde xebatên lêgerîn û rizgarkirinê zehmet bûne û rayedaran hişyarî da ku dibe li herêmê hinek hezazên din pêk werin.(ÎLKHA)



Etiketler: