Li Pakistanê ji ber baranên musonê 101 kes mirin, 180 kes birîndar bûn

Li giştîyê Pakistanê ji 25ê Hezîranê heta niha baranên musonê tesîrdar e, ji ber vê yekê hat diyarkirin li welat nêzê 101 kesan mirin, 180 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 21.07.2023 11:09:46 / Güncelleme: 21.07.2023 11:09:46 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Sazîya Bireveberîya Afeta Neteweyî ya Pakistanê ve hat belavkirin de wîlayeta herî zêde a ku ji demsela musona ku ji 25ê Hezîranê heta niha didome tesîrdar bûye wîlayeta Pencapê ye.

Hat destnîşankirin di bûyerên lehî, rabûna avê û hezazên axê yên ku li wîlayeta Pencapê ji ber demsala musonê pêk hatin de 57 kesan canê xwe ji dest dan, 118 kesan jî birîndar bûn.

Li giştîyê welat jî 101 kesan mirin, 180 kesan jî birîndar bûn.

Ji ber barîna barana zêde gelek xanî zerarê dîtin û bi sedan ajel jî telef bûn. (ÎLKHA)