Xwendekarên Tibê yên li Filistînê li hewşa Mescîda Eqsayê sond xwarin

Xwendekarên mezûn ên Fakulteya Tipê ya Ebû Dêsî ya Zanîngeha Qudsê bi merasîmeke ku li hewşa Mescîda Eqsayê hat lidarxistin, sond xwarin.

Ekleme: 20.07.2023 13:40:28 / Güncelleme: 20.07.2023 13:40:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derçûyên fakulteya bijîjkî ya Zanîngeha Qudsê roja Yekşemê li hewşa Mescîda Eqsayê bi bilindkirina destên xwe yên rastê ligel kirasên xwe yên spî û steteskopên xwe, sonda wefadariyê ji pîşeya bijîjkî xwarin.

Di merasima sondxwarinê ya ku li ser medyaya civakî hat weşandin de mezûnan sonda xwe bi tekbîra ku bi gotina "Ez bi Xweda sond dixwim ku ez ê di pîşeya xwe de emrên Xweda bi cih bînim û di bin her şert û mercî de canê însanan biparêzim" bi dawî kirin.

Her sal mezûnên Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Qudsê bi awayekî kevneşopî merasîmên mezûniyetê li hewşa Mescîda Eqsayê li dar dixin. Bernameya ku ev 23 sal in berdewam dike tu carî qut nebû. (ÎLKHA)