Li Bakurê Îranê erdhej

Li bajara ‘ElîAbada wîlayeta Gulistana Îranê di mezinahîya 4,4an de erdhejek pêk hat.

Ekleme: 20.07.2023 13:05:33 / Güncelleme: 20.07.2023 13:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî Ensîtûya Jeofîzîk a Zanîngeha Tehranê, erdheja ku li bajara ‘ElîAbadê di mezinahîya 4,4an de pêk hat, di seat 06.35an de qewimîye.

Erdheja ku 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat li hinek herêmên dinê jî hat hîskirin.

Derheqê ziyanî canî an jî medî de tu agahîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)