Li Dîyarbekirê li ber dadgehê êrîşa çekdarî: 3 birîndar

Piştî doza ku li Dadgeha Dîyarbekirê hat dîtin li ber dadgehê bi çekan êrîş hat kirin, dê û 2 zarokên wê birîndar bûn.

Ekleme: 19.07.2023 14:50:30 / Güncelleme: 19.07.2023 14:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer di seatên nîvroyê de li ber Seraya Dadgeha Dîyarbekirê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin dayîk H.T. (52) û kurên wê M.T (35) û F.T. (32) ên ku beşdarî dozekî yê li dadgehê bûn, di derketina ji rûniştinê de ji teref neyarên wan ên ku li ber dadgehê disekinîyan ve dûçarê êrîşê bûn.

Di êrîşê de dayîk û du kurên wê birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Ji bo şikdar an jî şikdarên ku revîyane bên qefaltin xebat hat destpêkirin. (ÎLKHA)