Li Hîndistanê trafo teqîya: 15 mirî

Li wîlayeta Uttarkanda Hîndistanê di encama teqîna trafoyê de herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 19.07.2023 13:50:31 / Güncelleme: 19.07.2023 13:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di trafoya ku li peravê Behra Alaknandaya herêma Chamoli ya wîlayetê Uattarkandê ye de pêk hat.

Li gorî medyaya welat di trafoyê de teqîneke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat. Ji ber teqînê 15 kesên ku ceryanê bi wan girtîye canê xwe ji dest dan, çend kes jî birîndar bûn.

Rayedaran îfade kirin ku di navbera mirovên ku mirine de sê polês jî hebûne.

Mirovên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)