Li Pakistanê ji ber barîna barana zêde dîwar hilweşîya: 11 mirî

Li wîlayeta Pencapa Pakistanê ji ber barîna barana zêde dîwara înşeatê hilweşîya, di encama bûyerê de 11 karker canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 19.07.2023 13:05:28 / Güncelleme: 19.07.2023 13:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li ser rêya Peşavera li herêma Golrah Mora bajara Ravalpindiya wîlayeta Pencapê qewimî.

Li gorî medyaya welat dîwara ku karker li berê kon vekiribûn, ji ber barîna barana zêde hilweşîya.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Di encama xebatan de bedenê bê rih a 11 karkeran hat dîtin, 4 karker jî bi birîndarî ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat diyarkirin ku dîwar di dema ku karker di xewde bûne hilweşîya ye. (ÎLKHA)