Li Qersê guran 190 mêşînan telef kirin

Li navçeya Qaxizmana Qersê gurên ku ketin nav axurê, 190 mêşinan telef kirin û gelek mêşinan jî birîndar kirin.

Ekleme: 19.07.2023 10:50:05 / Güncelleme: 19.07.2023 10:50:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li gundê Yukari Karaguneya Qaxizmana Qersê pêk hat.

Di seatên êvarê de gurên ku ketin nav gund êrîşî axurê mêşinan ên ku aîdê 3 gundîyan e kirin.

Di encama êrîşkirina guran de 190 mêşin telefbûn, gelek mêşin jî birîndar bûn.

Xwedîyên ajelan li hember xuyangên ku dîtin şaşwazî bûn. (ÎLKHA)