Li Amerîkayê lehî: 3 mirî 4 winda

Di encama lehîya ku li Amerîkayê rabû de 3 kes canê xwe ji dest dan û 4 kes jî winda bûn.

Ekleme: 17.07.2023 13:35:34 / Güncelleme: 17.07.2023 13:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer doh êvarî li Pensîlvanyaya Amerîkayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana zêde ya ku barîya li parêzgehê lehî rabû. Di encama lehîya ku rabû de 3 kes canê xwe ji dest dan û 4 kes jî winda bûn.

Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)