3 birayên ku têketin golê xeniqîn

Li Sîlîvrîya navçeya Stenbolê 3 kesên bira yên ku ji bo hênik bibin ketin gola avdanê xeniqîn.

Ekleme: 17.07.2023 10:55:30 / Güncelleme: 17.07.2023 10:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 3 kesên ku birayê hev bûn û ji bo hênik bibin têketin golê piştî demekê binav bûn û xeniqîn.

Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re cesedê 3 kesên birayê hev ji golê hatin derxistin û hatin birin mirîxaneyê.

Digel germbûna hewayan bûyerên xeniqînê jî her ku diçin zêdetir dibin.(ÎLKHA)