Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu beşdarî bernameya 'Qehremanên Sedsala Tirkiyeyê' bû

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu beşdarî bernameya 'Qehremanên Sedsala Tirkiyeyê' ya ku di 7emîn salvegera teşebûsa derbeya 15ê Tîrmehê de li Qada Beylerbeyê hat lidarxistin bû.

Ekleme: 16.07.2023 11:05:31 / Güncelleme: 16.07.2023 11:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref HUDA PARê ve li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de hat dayîn de weha hat gotin, "Serokê me Birêz Zekerîya Yapicioglu beşdarî merasim/bernameya bîranînê ya 'Qehremanên Sedsala Tirkiyeyê' bû ku bi minasebeta 7emîn salvegera teşebûsa derbeya 15ê Tîrmehê li Stada Beylerbeyê ya Stenbolê hat lidarxistin.”

Di bernameya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdar bû de li ser wate û girîngiya rojê axaftin hatin kirin û selayan hatin kirin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî "Bernameya Qehremanên Sedsalê ya Tirkiyeyê" ya ku di salvegera 7emîn a teşebûsa derbeyê da li Stada Beylerbeyê hat lidarxistin bû û axaftinek kir.

Serokomar Erdogan weha got, "Çawa ku em xayinên FETOyê nas dikin, me ew derbeyên ku piştgiriyê didin xayinan û nuqteyên ku piştgiriyê didin wan jî bi awayekî nebaş di bîra xwe da tomar kir. ez di salvegera 7emîn a 15ê Tîrmehê de bang îlan dikim, ne ku li ser 7 sal, 70 sal jî derbas bibe em ê tu car îzîn nedin ku bira 15ê Tîrmehê were ji bîrkirin.” (ÎLKHA)