Di lêpirsîna “tarîqata birçîbûnê” de hejmara cesedên derket 372 kesan

Hejmara wan cesedên ku li Kenyayê di bergeha lêpirsîna “tarîqata birçîbûnê” de hatin derxistin her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî agahîyan digel cesedên dawî yên ku hatin derxistin hejmara cesedan derket 372yan.

Ekleme: 14.07.2023 16:35:30 / Güncelleme: 14.07.2023 16:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajaroka Malîndîya Kenyayê bîlançoya “rojîya mirinê” her ku diçe girantir dibe.

Roda Anyançayê Komîserê Herêmê destnîşan kir di bergeha xebatên lêgerîna qebran de ew gihaştin hinek cesedên nû.

Roda Anyança got ku hejmara wan cesedên ku hatine derxistin derketiye 372yan û ji meha Nîsanê vir 95 kes ji destê “tarîqata birçîbûnê” hatine xelaskirin.

Paul Mackenzieyê keşşeyê Dêra Good News International ji xelqê re gotibû ger ew xwe ji birçînan bikujin ew ê li cennetê Hz. Îsa nas bikin û ew bi vê wa’dê xapandibûn.

Lîderê tarîqata birçîbûnê Mackenzieyê piştî ku hatibû tespîtkirin di 15ê Nîsanê de 4 kes ji birçînan mirine hatibû binçavkirin.

Mackenzieyê di binçavîyê de ji polêsan re gotibû ew ê xwe bighijînin ceseda 1000 kesî. (ÎLKHA)