Firinvanan him bi germahîya hewayê him jî a bi firinê re micadeleyê dikin

Firinvanan li Êliha ku germahîya hewayê nêzê 45 pileye di bin germahîya firinê a 300 pileyî de nan lêdixin, di rojê de nêzê 5 lître avê vedixin.

Ekleme: 14.07.2023 14:20:33 / Güncelleme: 14.07.2023 14:20:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Êliha ku hewaya germ tesîra xwe nîşan da, ew ê ku herî zêde dûçarê germahîyê dibin jî firinvan in.

Li bajara ku mirov nikare hema li ber sîyê jî bimîne firinvanan di bin 300 pileyî de nan lêdixin, bi vê şeklê him bi hewaya germ him jî bi germahîya firinê ve micadeleyê dikin.

Firinvanên ku di nav rojê de ji ber germahîyê çend caran cilên xwe diguherînin, ji ber germahîyê nêzê 5 lîtreyî avê vedixwin.

Eyup Atmacayê firinan ji ÎLKHAyê re derheqê meseleyê de axavtinê kir û diyar kir ku ew bi sebra ku Xwedê daye wan dikarin li hember ev germahîyê bisekinin.

EYUP ATMACA

“Em di rojê de herî kêm 4-5 lître avê vedixwin”

Atmacayê ku diyar kir ew 25 salan e di vê karê de dixebite weha got, “Em niha di meha Tîrmehê de ne. Li derve jî germahî 45 pile ye û hewa jî gelek germ e lê em di bin germahîya 250 pileyî de dixebitin. Em firinvanan di van mehên germ de jî di bin germahîya agir de dixebitin. Ev jî meslekê me ye û karekî dinê jî êdî ji destê me nayê. Ez rojê herî kêm 4-5 lître avê vedixom û 3 caran cilên xwe diguherînim. Sekina me ya di bin vê germahîyê de, sebra ku Xwedê daye me ye. Mehên havînê weha diçe lê em di mehên zivistanê de rehet in.”

RIDVAN OZBEY

“Berîya ku em dest bi kar bikin tişorên xwe şil dikin û avê li ser serê xwe wer dikin”

Ridvan Ozbeyê ku diyar kir ew ji bona ku rizqê zarokên xwe temîn bikin mecbûr in ku bixebitin weha got:

“Em di bin germahîya van mehên germ de jî herî kêm di bin germahîya 300 pileyî de nan lêdixin. Meslegê me zor e. Hemû kes nikare di vê germahîyê de vê karê bike. Berîya ku em dest bi kar bikin tişorên xwe şil dikin û avê li ser serê xwe wer dikin. Dema ku em ewakî nekin nikarin li ber ocaxê bisekinin û nikarin nan lêxin. Niha li derve 50 pile germahî heye lê ev der 300 pile ye. Kaêa me gelek zehmet e lê dîsa jî em şikir dikin. Çîmkî em li pey nanê xwe ne.” (ÎLKHA)