Li Hîndistanê hejmarê mirîyên ji ber baranên musonê mirine 100î derbas kir

Di lehîyên ku rojên dawîn li bakurê Hîndistanê tesîrdar bûne de hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane 100î derbas kir.

Ekleme: 14.07.2023 11:09:37 / Güncelleme: 14.07.2023 11:09:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama baranên musonê de hejmarê mirîyan roj bi roj zêde dibe.

Di daxuyanîya ku ji teref hikumeta wîlayeta Hîmaçal Pradeşê ve hat dayîn de, hat destnîşankirin ku li wîlayetê 88 kesan canê xwe ji dest dan, ji 100î zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Di encama lehîyan de rê û pir jî xera bûn û 170 xanî jî hilweşîyan, hat îfadekirin ji 600î zêdetir xanî jî zerarê dîtin.

Berdevkê hikumeta Uttar Pradeşê Shishir Singh jî îfade kir ku li wîlayetê 12 kesan canê xwe ji dest dane.

Rayedaran diyar kirin li Delhîya Nû kesekî, li herêma Cammu Keşmîrê jî 4 kesan mirin.

Li Delhîya Nû ji ber baranên musonê, Çemê Yamunayê jî rabû û gelek herêm di bin avê de man.

Nêzê 30 hezaran mirov di kampan de hatin bicîhkirin, hinek dibistan jî ji ber lehîyan ji bo mirovan hatin vekirin. (ÎLKHA)