Li Tersusê otobûs û du qamyon li hev qelibîn: 7 birîndar

Li navçeya Tersusa Mêrsînê otobûs û du qamyon li hev qelibîn, di encama qezayê de 7 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 14.07.2023 10:09:44 / Güncelleme: 14.07.2023 10:09:44 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Qeza, doh di seatên êvarê de li ser rêya Enqere-Tersusê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, osobûseke rêwîyan û du qamyon ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 7 kesan birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a ku li cîhê qezayê hat kirin bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan. Rêya ku ji ber qezayê ji trafîkê re hatibû girtin, bi rakirina wesayîtên ku qezayê kirinê ji nû ve hat vekirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)