Qatar li Hewlêrê konsulxane vedike

Balyozê Iraqê yê Qatarê û Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtin kirin. Di hevdîtina ku hat kirin de Balyozê Iraqê Yê Qatarê Sulaiti destnîşan kir ew dixwazin li Hewlerê konsulxane vekin.

Ekleme: 13.07.2023 10:40:31 / Güncelleme: 13.07.2023 10:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Têkilî û pêwendîyên Herêma Kurdistanê her ku diçe bi welatên cîran û yên lÎ derdorê re pêşve diçe.

Di vê bergehê de Balyozê Iraqê yê Qatarê Xalid Bîn Hemed el Sûlaîtî û Serokê Berê yê Herêma KurdÎstanê Mesûd Marzanî  hevdîtin kirin.

Hevdîtin li navçeya Selahaddîn hat kirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de hat destnîşankirin, Balyozê Iraqê yê Qatarê Xalid Bîn Hemed el Sûlaîtî vekirina Konsulxaneya Qatarê ya li Hewlêrê anîye ziman û Barzanî jî bersiveke musbet û erênî daye vê telebê.

Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Barzanî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, di hevdîtina ku hat kirin de ji bilî  meseleya vekrina konsulxaneyê her wisa pêwendîyên dualî jî hatin xeberdan. (ÎLKHA)