Birca avê ya ku di erdhejê de zerarê dîtibû hat xerakirin

Birca avê yê ku li gundê Qurma Çinara Dîyarbekirê ye, ji ber ku di erdhejê de zerarê dîtibû hat xerakirin.

Ekleme: 11.07.2023 14:35:33 / Güncelleme: 11.07.2023 14:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bajarên ku ji erdhejên Mereşê ên ku di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hatibûn tesîrdar bûne yek jî Dîyarbekir bû.

Birca avê ya ku li gundê Qurma Çinara Dîyarbekirê ye, di erdhejê de zerarê dîtibû û ji ber talûkeya ku çêdikir ji xeberan re bûbû mesele.

Birc berî erdhejê jî ji ber zeng û niqûtandina avê zerarê dîtibû. Bi jîyankirina erdheja dawîn birc bi temamî zerarê dît û bû sedema talûkeyeke mezin, ev rewş jî ji rayedaran re hatibû gotin.

Ekîbên ku bi destpêkirina xerakirinan hatin gundê Qurmê, ewlehîya derdorê girtin û birca avê xerakirin. (ÎLKHA)