Emîrtîya Îslamê, fealîyetên Swêdê a li Efxenistanê da sekinandinê

Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, daxuyand ku hemû fealîyetên Swêdê a ku ji şewitandina Qurana Pîroz re dengê xwe dernexist û gohên xwe girt li Efxenistanê hatîye sekinandin.

Ekleme: 11.07.2023 11:45:32 / Güncelleme: 11.07.2023 11:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zebîhullah Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîya xwe de diyar kir ji bona ku Swêd ji ev çalakîya gemar re îzîn daye hemû fealîyetên wê yên li Efxenistanê hatine sekinandin.

Mucahîdê Berdevê Emîrtîyê di peyama xwe ya ku bi 3 zimanan belav kir de, bal kişand heta ku ji Misilmanan efû neyê xwestin ew ê ev biryara derheqê Swêdê de hatîye girtin bidome.

Mucahîd di peyama xwe de weha got:

“Swêdê ku ji heqaretkirina ji Misilmanan û Qurana Pîroz a ku Xwedê Teala ji bo xelasîyê bexş kirîye re îzîn daye, heta ku ji bona ev çalakîya xerab ji Misilmanan efûyê nexwaze Emîrtîya Îslamê, hemû fealîyetên Swêdê a li Efxenistanê daye sekinandin. Sazîyên ku li Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê ne ji bona ku li gorî vê qerarê hereketê bikin mesul in ku bi lez û bez bixebitin.

Xeyn ji vêya, Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê ji welatên Misilman ên dinê jî dixwaze ji bona ku li hember ev hereketa gemar a Swêdê minasebetên xwe bira cardin li ber çavan derbas bikin.” (ÎLKHA)