Li Sêwasê wesayîtek qulipî: Mirîyek û 5 birîndar

Li navçeya Hafîka Sêwasê wesayîtek qulipî, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 5 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.07.2023 10:55:30 / Güncelleme: 11.07.2023 10:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li alîyê gundê sofîyanê qewimî. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta di bin kontrola A.A. de bû qulipî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û bi tevî şofêr 5 kesan jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)