Li Pakistanê di navbera eşîran de pevçûn: 9 mirî û 50 birîndar

Li wîlayeta Xeyber Paxtunwaya Pakistanê di navbera du eşîran de pevçûn derket, di encama pevçûnê de 9 kesan mirin, ji 50 zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.07.2023 10:09:39 / Güncelleme: 11.07.2023 10:09:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li herêma Kurramê, di navbera eşîrên Boxşera û Dandarê de ji ber lihevnekirina erdan pevçûn derket.

Di pevçûna çekdarî de 9 kesan canê xwe ji dest dan, ji 50 zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku Sacîd Huseyînê Wezîrê Kehnîyên Însan û Pakistanîyên Alîyê dinê yê Deryayê ya Federal ji bona ku rewşê bike bin kontrolê çûye herêmê. (ÎLKHA)