Ji Kremlînê daxuyaniya Prigojin: Pûtîn û Prigojin piştî îsyanê hevdîtin kirin

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Wagnerê Yevgeni Prigojin 5 roj piştî îsyana demkurt di 29ê Hezîranê de li Kremlînê civiyan.

Ekleme: 10.07.2023 18:05:32 / Güncelleme: 10.07.2023 18:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku bi hefteyan piştî îsyana kurt a koma leşkerên bi pere Wagner a li Rûsyayê, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Wagnerê Evgeny Prigojin civiyan.

Peskov ragihand ku Pûtîn û Prîgojîn piştî îsyana ku di 23ê Hezîranê de dest pê kir û rojekê dewam kir, di 29ê Hezîranê de li Kremlînê hatin cem hev.

Peskov da zanîn ku hevdîtina Pûtîn û Prîgojîn di çarçoveya hevdîtina 3 saetan de bi komeke ji 35 kesan pêk tê ku di nav wan de fermandarên yekîneyên Wagner jî hene, pêk hat û diyar kir ku ew ê ji bo Rûsyayê têkoşîna xwe bidomînin.

Peskov eşkere nekir ku niha Prigojin li ku ye. (ÎLKHA)