Weqfa Êtîman li Efxanistanê li 90 zarokên sêwî xwedî derket

Weqfa Êtîman li Efxanîstanê xebatên xwe berdewam dike. Weqf vê carê jî li 90 zarokên sêwî xwedî derket.

Ekleme: 10.07.2023 15:30:34 / Güncelleme: 10.07.2023 15:30:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Birînên kûr ên amerîkaya îşxalker li Efxanistanê ji wan re bûn sebeb hêdî hêdî tên dermankirin. Weqfa Êtîman a li Efxanistanê kar û barên xwe bênavber birêve dibe, ji alîyekî ve li 90 zarokên sêwî xwedîtîyê dike û ji alîyê din ve xebatên xwe yên alîkarîyê ji bo gelê mezlûm ê Efxanistanê didomîne.

Temsîlkarê Weqfa Êtîman ê Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê, Nûrullah Saîd Haşimî derbarê xebatên ku ji teref weqfê ve li Efxanistanê tên kirin de daxuyanîyek da ÎLKHAyê.

Haşimîyê ku balan kişand li ser tahrîbat û zirara ku amerîkaya îşxalker li Efxanistanê jêrê bûye sebeb derbarê mijarê weha axivî:

 “Li Efxanistanê zêdetirî 40 salan şereke berdewam kir. Bi vekişîna amerîkayê li welêt enqazek li holê ma. Ji ber îşxala amerîka bi milyonan zarok sêwî û bi sedhezaran pîrek jî jinebî man. Wekî gelê Efxanistanê niha bi birçîbûnê re rûbirû maye, îmkana kar tune ye û di warê sihhetê de jî em zehmetîyê dikşînin.”

Haşimî di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser xebatên alîkarîyê yên ku li Efxanistanê ji teref Karwana Hêvîyê, Weqfa Êtîman û Avrupa Yetim Elî ve tên kirin.

“A niha li vê êtîmxanê 90 zarokên êtîm dimînin û mesrefên wan ji teref Weqfa Êtîman ve tê dayîn. Dil dixwast ku hejmara zarokên vê derê zêdetir be. Lê îmkana me vê kêlîyê ev qas e. Alîkarî çi qas zêde were em ê dikaribin ew qas zêde ji însanan re bibin alîkar. Ji ber vê yekê em hêvî dikin xêrxwaz ji me re zêdetir bibin alîkar.” (ÎLKHA)