Mislimanên li Swêdê kesên ku êrîşî   Quranê kiribûn tel’în kirin

Ji bo ew êrîşkarên ku êrîş birin li ser Quranê bên tel’înkirin li Swêdê çalakîyeke girseyî di pêşîvantîya Sazîyên Civaka Sîwîl ên Îslamî de hat kirin.

Ekleme: 09.07.2023 18:05:30 / Güncelleme: 09.07.2023 18:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi banga sazîyên Îslamî yên li Swêdê bi hezaran Misliman li Qada Medborgarplatsen a li Stockholmê civîyan. Mislimanên ku hatin meydanê bi xwe re Qurana Kerîm anîn û her wisa Sazî û mislimanên ku beşdarî çalakîyê bûn  banga “Êdî Qurana Me Neşewitînin!” kirin û bang li rayedaran kirin da ku êdî destûr nedin ji êrîşên bi vî awayî re.

Di dema çalakîyê de Mislimanan bênavber tekbîran anîn û wê êrîşa ku li Quranê hatiye kirin şermezar û tel’în kirin.(ÎLKHA)