Bi banga sazîyên Îslamî yên li Swêdê bi hezaran Misliman li Qada Medborgarplatsen a li Stockholmê civîyan. Mislimanên ku hatin meydanê bi xwe re Qurana Kerîm anîn û her wisa Sazî û mislimanên ku beşdarî çalakîyê bûn banga “Êdî Qurana Me Neşewitînin!” kirin û bang li rayedaran kirin da ku êdî destûr nedin ji êrîşên bi vî awayî re.
Di dema çalakîyê de Mislimanan bênavber tekbîran anîn û wê êrîşa ku li Quranê hatiye kirin şermezar û tel’în kirin.(ÎLKHA)