Avrupa Yetim Eli li Efxanistanê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Avrupa Yetim Eliya ku ji bo xebatên alîkarîyê berî niha çûbû Mîrektîya Îslamê ya Efxanistanê li hember mexdûrîyeta gelê Efxan xemsar nebû û xebatên cihêreng û baş da destpêkirin.

Ekleme: 09.07.2023 17:35:32 / Güncelleme: 09.07.2023 17:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sazî ji alîyekî ve êtîmxaneyên li welêt yek bi yek ziyaret dike û ji alîyekî ve jî hewl dide birînên gelê mezlûm ê Efxanistanê derman bike.

Avrupa Yetim Eliya ku di wan rojên borî de ji malbateke ku 6 zarokên wan kor bûn alîkarîyeke zêde ya pereyan kir vêcar jî bi wasitya xêrxwazekî ji welatîyeke ku hamaltî dikir da ku îdareya mala xwe bike re wesayîteke tîcarî stand û teslîmî wî kir.

“Em ê her tim bibin hêvî û dengê mezlûman”

Nîzamettîn Ayganê rayedarên Avrupa Yetim Eli derheqê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref sazîya wan ve li Efxanistanê tên kirin de daxuyanî da û got: “ Berî niha me dîmenên bavekî ku me ew ziyaret kiribû û ew hewl dida bi hamaltîyê debara mala xwe bike li ser medyaya civakî parve kiribû.  Bav bi yewmîyeya 2 dolar a rojane hewl dida debara mala xwe bike.  Xêrxwazekî me yê ku rewşê dît xwe gihand me û got ku ew ê temamê îxtîyacên wê malbatê bigre li ser xwe û xêrxwaz wesayîteke ticarî ji vî bavî re hedîye kir. Me jî wesayîtê teslîmî malbatê kir. Ji ber ku em bûn şahidê rûkenîya vê malbatê em gelek zêde kêfxweş û hestyar bûn.  Em ê her tim bibin hêvî û dengê mezlûman. Xweda ji wî birayê me yê ku bû wesîleya vê yekê razî be.”(ÎLKHA)