Li Brezîlyayê 14 kes di bin avahîya ku hilweşîya de man û mirin

Hat ragihandin li parêzgeha Pernambucoya Brezîlyayê 14 kesên ku di bin avahîya hilweşîya de man mirin.

Ekleme: 09.07.2023 14:15:31 / Güncelleme: 09.07.2023 14:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer ku herêma Paulistaya girêdayê bajara Recîfeyê di wextên êvarî de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin avahîya 4 qetî ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn hilweşîya.

Di encama hilweşînê de 14 kes di bin enqazê de man û canê xwe ji dest dan. Di encama xebatên ku hatin kirin de 3 kes bi saxitî hatin xelaskirin û ji bo 7 kesên ku di bin enqazê de mane bên xelaskirin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)