Li Efxanistanê tesîsa neftê ya ku ew ê rojane jê 100 ton neft bê derxistin hat vekirin

Wezareta Neft û Madenê yê Emîrtîya Îslamê yê Efxanistanê, destnîşan kir  ew ê  ji bîra neftê ya ku li parêzgeha Sarî Pul hat vekirin ew ê rojane jê 100 ton neft bê derxistin.

Ekleme: 09.07.2023 14:05:32 / Güncelleme: 09.07.2023 14:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şehabeddîn Dilawerê Wezareta Neft û Madenê yê Emîrtîya Îslamê yê Efxanistanê derbarê mijarê piştî merasîma vekirina tesîsê daxuyanîyek da endamên çapemenîyê.

Dilawer di daxuyanîya ku da destnîşan kir ew ê  ji bîra neftê ya ku li parêzgeha Sarî Pul hat vekirin ew ê rojane jê 100 ton neft bê derxistin û ew ê ji hêla îqtîsadî ve feydeyeke pir zêde bide welêt. (ÎLKHA)