Weqfa Yetîman  li Mîrektîya Îslamê ya Efxanistanê li 90 zarokên sêwî xwedî derket

Birîên kûr ên Amerîkaya îşxalker li Efxanistanê ji wan re bûn sebeb hêdî hêdî tên pêçan. Weqfa Yetîman a li li Efxanistanê kar û barên xwe bênavber birêve dibe, ji alîyekî ve li 90 zarokên sêwî xwedîtîyê dike û ji alîyê din ve xebatên xwe yên alîkarîyê ji bo gelê mezlûm ê Efxanistanê didomîne.

Ekleme: 08.07.2023 15:25:36 / Güncelleme: 08.07.2023 15:25:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Temsîlkarê Weqfa Yetîman ê Mîrnişîna Îslamê ya Efxanistanê, Nûrullah Saîd Haşimî derbarê xebatên ku ji teref weqfê ve li Efxanistanê tên kirin de daxuyanîyek da ÎLKHAyê.

“Bi milyonan însan êtîm û jinebî man”

Haşimîyê ku balan kişand li ser tahrîbat û zirara ku Amerîkaya îşxalker li Efxanistanê jêrê bûye sebeb derbarê mijarê wisa axivî: “ Li Efxanistanê zêdetirî 40 salan şereke berdewam kir. Bi vekişîna Amerîkayê li welêt enqazek li holê ma. Ji ber îşxala Amerîka bi milyonan zarok sêwî û bi sedhezaran pîrek jî jinebî man.  Wekî gelê Efxanistanê niha bi birçîbûnê re rûbirû maye, îmkana kar tune ye û di warê sihhetê de jî em zehmetîyê dikşînin.”

“Alîkarî çi qas zêde were em ê karibin ew qas zêde ji însanan re bibin alîkar”

Haşimî di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser xebatên alîkarîyê yên ku li Efxanistanê ji teref Karwana Hêvîyê, Weqfa Yetîman û Avrupa Yetim Eli ve tên kirin û wiha got: “A niha li vê êtîmxanê 90 zarokên êtîm dimînin û mesrefên wan ji teref Weqfa Yetîman ve tê dayîn. Dil dixwast ku hejmara zarokên vê derê diman zêdetir be. Lê îmkana me vê kêlîyê ev qas e. Alîkarî çi qas zêde were em ê karibin ew qas zêde ji însanan re bibin alîkar. Ji ber vê yekê em hêvî dikin xêrxwaz ji me re zêdetir bibin alîkar.”(ÎLKHA)