NY: Hejmara sîwîlên ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê mirin 9 hezarî derbas kir

Hat ragihandin hejmara kesên sîwîl ên ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê dimirin her ku diçe zêdetir dibe.

Ekleme: 08.07.2023 13:55:29 / Güncelleme: 08.07.2023 13:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Mîsyona Şopandina Mafên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ve raporek hat weşandin.

Di rapora ku hat weşandin de debarê mijarê de hat destnîşankirin, hejmara sîwîlên ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê mirin 9 hezarî derbas kir û ji vê hejmarê 500 kes  zarok in.

Di berdewama raporê de hat destnîşankirin di navbera 24ê Sibata 2022yan û 30ê Hezîrana sala 2023yan de ji ber şer 15 hezar û 993 kes birîndar bûn.(ÎLKHA)