Li Rusyayê di febrîqeya teqemenîyê de teqîn: 6 mirî

Li herêma Samaraya Rusyayê di febrîqeya teqemenîyê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 6 kesan mirin, 2 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 07.07.2023 16:55:30 / Güncelleme: 07.07.2023 16:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li bajara Chapayevska Samarayê di febrîqeya Promsintezê de qewimî.

Li gorî medyaya Rus teqîn di dema derxistina borîya teknîkî de pêk hatîye.

Ji ber teqînê 6 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kesan jî birîndar bûn.

Febrîqeya Promsintezê, li Rusyayê hilberîna mezin a teqemenîyên endurstrîyelê ye. (ÎLKHA)