Li Mogolistanê baran bû sedama lehîyê

Li paytext Ulanbatora Mogolistanê, 4 roj in bê navbera baran dibare û ew baran bû sedema lehîyê.

Ekleme: 07.07.2023 11:20:29 / Güncelleme: 07.07.2023 11:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midurtîya Giştî ya Rewşên Lezgîn a Mogolistanê ve hat belavkirin, baranên tund ên ku li paytext Ulanbatora Mogolistanê dibare bûn sedema lehîyan.

Ji ber teqîna Çemê Selbeyê xanîyên li herêma Bayanzürha Ulanbatorê di bin avê de man.

Baranên tund, li bajarê bû sedema qutbûna ceryanê û avê. (ÎLKHA)