Li Amerîkayê jinek ji aliyê tîmseh ve hat kuştin

Li Karolînaya Başûr jinek ji ber êrîşa tîmseh mir.

Ekleme: 06.07.2023 14:55:31 / Güncelleme: 06.07.2023 14:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Girava Hilton Head a Karolînaya Başûr pêk hat.

Çapemeniya herêmî ragihand ku jineke 69 salî ku kûçikê xwe di hewzeke nêzî qada golfê de dimeşand rastî êrîşa tîmseh hat.

Ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê, lê ji ber tîmseh nekarîn xwe nêzî jinê bikin.

Piştî tîmseya 3 metre ji herêmê hat derxistin, di otopsiyê de derket holê ku jin miriye. (ÎLKHA)