Li Sudanê 7,4 milyon însan bi talûkeya birçîbûnîyê re rûbirû mane

Tê destnîşankirin ku li Sudanê, 7,4 milyon însan ji dema destpêka pevçûnan heta niha bi talûkeya birçîbûnîyê re rûbirû mane.

Ekleme: 06.07.2023 10:15:33 / Güncelleme: 06.07.2023 10:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tedros Adhanom Ghebreyesusê Dîrektorê Giştî yê Rêkxistina Tenduristî ya Cîhanê, di daxuyanîya ku li Cenevreyê kir de ji alîyên ku li welat şer dikin re bang kir ku bira neyartîyan bidin sekinandinê.

Ghebreyesusê ku diyar kir hejmarê Sudanîyên ku bi talûkeya birçîbûnîyê re rûbirû ne ji meha Nîsanê heta niha 7,4 milyon zêde bûn û ji 11,7 milyonî zêdetirê 19,1 milyonî bûn weha got, “Lazimatîya tenduristîyê a xelkê zêde ye, ji xizmetên tendurduristîyê re mirov bi rehetî nikarên xwe bighêjînin û şert û mercên ku ji ber herbê çêbûne jî dibin sedema mirinê ên ji ber belavbûna nexweşîyan.” (ÎLKHA)