Li Tel Avîvê çalakîya berxwedanê: 8 sîyonîst birîndar bûn

Berxwedêrekî Filistînî ji bo bersivdayîna ji êrîşa îşxalkeran a li Cenînê re, li Tel Avîvê çalakîyeke berxwedanê a bi wesayît û kêrê lidarxist, di encama çalakîyê de 8 îşxalkerên sîyonîst birîndar bûn, berxwedêr jî bi çekan hat şehîdkirin.

Ekleme: 05.07.2023 10:45:30 / Güncelleme: 05.07.2023 10:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bakurê Tel Avîvê berxwedêrekî Filistînî ê bi navê Abdulvahab Halayle, li dijî êrîşên îşxalkeran a li Cenînê êrîşî hinek îşxalkeran kir.

Li gorî çapemenîya Filistînê, Halayle bi wesayîta xwe li îşxalkerên sîyonîstan xist, dû re jî ji wesayîta xwe peya bû û bi kêra di destê xwe de êrîşî îşxalkeran kir.

Halayle, dûre di encama êrîşa bi çek a sîyonîstekî şehîd bû.

Di encama çalakîya Halayleyê de heya niha herî kêm 8 sîyonîst birîndar bûn.

HAMASê ku piştî çalakîyê daxuyanîyek belav kir, şehadeta Haleyle pîroz kir.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ev operasyona bi qehremanî, li dijî kuştin, sûcên tune kirin û qetlîamên îşxalkeran a li Cenînê parêziya rewa ye.”

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku ew ê berxwedan bi standina heyfa şehîd û parastina leyîstika îşxakeran a polîtîkaya cihûyîkirinê berdewam bike. (ÎLKHA)