Li Entabê di febrîqeyê de şewat: 10 karker hatin rakirin nexwşxaneyê

Li Entabê di febrîqeyekî ku amûrên tenduristîyê dihat hilberîn de şewat derket, 10 karkerên ku ji dûyê tesîrdar bûn hatin rakirin nexweşxaneyê.

Ekleme: 04.07.2023 14:20:31 / Güncelleme: 04.07.2023 14:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat, di febrîqeya ku amûrên tenduristîyê dihat hilberîn a li Herêma Senayî ya Organîzeya 5emîn a Entabê ye de pêk hat.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên tenduristîyê, 10 karkerên ku ji dûyê tesîrdar bûne bi ambûlansan birin nexweşxaneyê.

Endamên îtfaîyeyê jî ji bona ku şewat zêde belav nebe hêj dixebitin. (ÎLKHA)