Karwana Hêvîyê ji erdhejzedeyan re qelîyê belav kir

Karwana Hêvîyê, erdhejzedeyên ku piştî erdheja 6ê Sibatê di konteyniran de dijîn bîrva nekir.

Ekleme: 04.07.2023 14:05:33 / Güncelleme: 04.07.2023 14:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mehmet Sîvîlê Temsîlkarê Kolikê ya Karwanê Hêvîyê diyar kir ku ew ji roja ewil a erdhejê li cem erdhejzedeyan bûne, got ku ew yek bi yek mirovên ku di erdhejê de tesîrdar bûne dipirsin.

Sîvîlê ku diyar ki ji roja erdhejê heta niha lazimatî jî cuda cuda bûne, ew di çarçoveya lazimatî û alîkarîyên ku tênê şîyandin de ji bona ku navberîyê bikin dixebitin.

Sîvîl diyar kir ku ew bi minasebeta Îda Qurbanê ji erdhejzedeyan re qelîyê belav kirine, ji bona ev alîkarîyê ji xêrxwazan re sipasîyan kir.

Ji teref Sîvîl ve hat îfadekirin ku yek bi yek konteyneran digerin û sekina li cem erdhejzedeyan didomînin.

“Em ji bona ku birînên birayên xwe ji wan re bidin ji bîrkirin çi ji destê me bê bikartînin”

Sîvîl weha axivî, “Malumê we ye ku bi tevî bajarê me li 11 bajarê erdhejeke mezin pêk hat. Ji 50 hezarî zêdetir birayên me canê xwe ji dest dan, bi sedhezaran birayên me astengdar bûn û bi milyonan welatîyên me jî bêmal man. Dema ku rewş ewakîye, sehaya xebatê me jî berfireh bûye û ji ber vê yekê me jî xebateke mezin daye destpêkirin. Di demsala havînê de em ji bona ku dilê birayên xwe hênik bikin çi ji destê me tê dikin. Em ji ber bawerîya xwe civakekî xêrxwaz in û hemd ji Xwedê re ku xwedîyê fêhmeke tercîhkirina birayên xwe ji xwe re heye. Ji ber vê yekê em hemû alîkarîyên ku birayên me yên xêrxwaz ji me re şîyandine wek derzîyê li ser dilerizin û hîsabê dikin dû re jî ji mihtacan re belav dikin.”

Sîvîl diyar kir ku tesîrên erdhejê hêna jî didome, “Em îro goştên qurbanê yên ku birayên me yên xêrxwaz qurbanên xwe ji me re şîyandine kirîye qelî û ji wan birayên xwe yên ku konteyniran de dimînin re belav kir. Malume ku di konteyniran de ji ber ku cîh hindike dolaba sarkirinê an jî dolaba buzê tineye. Em jî li gorî vê ji bona ku birayên me Îda Qurbanê bîrva nekin û bira nebêjin em hatine jibîrkirin goştên xwe kir qelî û ji wan re belav kir. bira Xwedayê min him keda me him jî keda xêrxwazan beredayî neke. Rebbê min bira bi lez û bez ji birayên me yên erdhejzede re gihandina xanîyan bike.” (ÎLKHA)