Bûyerên li Fransayê belavê Kanadayê jî bû

Bûyerên ku li Fransayê piştî kuştina Nael Myê 17 salî a ku ji teref polêsan ve di 27ê Hezîranê de hatibû kuştin dest pê kiribûn, piştî Beljîka û Swêdê li Kanadayê jî belav bû.

Ekleme: 04.07.2023 11:05:31 / Güncelleme: 04.07.2023 11:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Fransaya ku protesto didomin, ev bû 6 roj e berdewam dike.

Li bajara Nanterreya Fransayê, di dema kontrola trafîkê ya 27ê Hezîranê de şofêrê 17 salî yê ku ji teref polêsan ve gule li serê wî hat reşandin bûyer dest pê kiribûn û heta niha jî ew bûyer didomin, di encama wan bûyeran de bi hezaran mirov hatin binçavkirin û bi sedan polês jî birîndar bûn.

Li welata ku bûyerên gengeşî û rageşîyê kêm nebûne, li Ewrupayê jî belav dibe.

Protesoyan, piştî belavbûna Brûksela paytexta Beljîkayê û Swêdê li Kanadayê jî rû dan.

Komekî ku xwe berê kolanên bajarê Montrealê dan, bi polêsan re pevçûnê kirin.

Hikumeta Kanadayê, ji welatîyên xwe yên ku biçin Kanadayê re hişyarîya “Bi dereceya bilind li xwe diqqet bin” dabû. (ÎLKHA)