Karwana Hêvîyê ji malbata ku mala wan şewitîbû re alîkarîyê kir

Ji malbata Çinarîya Dîyarbekirê a ku xanîyê wan şewitîbû re, ji teref temsîlkarîya Çinarê ya Karwanê Hêvîyê ve alîkarî hat kirin.

Ekleme: 04.07.2023 10:45:32 / Güncelleme: 04.07.2023 10:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gundê Kanîpanka Çinarê, xanîya Şakîr Gulçer şewitîbû û bûbû wek xwelîyê.

Temsîlkarîya Çinarê a Karwanê Hêvîyê, ji malbata ku xanîya wan şewitî re alîkarîya eşyayên malê û boyaxê kir.

Adem Yaşarê temsîlkarê Çinarê yê Karwanê Hêvîyê di daxuyanîya ku kir de weha got, “Xanîyê mallbata Gulçerê a ku li gundê Kanîpanka Çinarê ye şewitîbû û bûbû wek xwelîyê. Em bi alîkarîya xêrxwazên xwe ji malbata xwe re alîkarîya eşyayên xanî û boyaxê kir. ji ber ku xanîyên wan şewitîbû malbat mihtac bûbûn. Em ji bona malbata xwe ji xêrxwazan li hêvîya alîkarîyê ne.” (ÎLKHA)