Li Edeneyê li dijî DAÎŞê operasyon

Li Edeneyê li dijî DAÎŞê operasyona şefeqê hat lidarxistin gelek kes hatin binçavkirin.

Ekleme: 04.07.2023 09:55:30 / Güncelleme: 04.07.2023 09:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ekîbên Midurtîya Şubeya Micadeleya bi Terorê re a Midurtîya Ewlehî ya Bajêr, gelek şikdarên ku bi navê DAÎŞê fealîyetan dikin û di nav wan de mirovên biyanî jî hene tespît kirin.

Ji bo wan şikdaran bên qefaltin li navenda bajêr di dema şefeqê de operasyoneke hevdem hat lidarxistin.

Ekîbên ku derîyan şikandin û ketin hindir, gelek şikdarên ku derheqê wan de qerara qefaltinê hene binçavkirin.

Şikdarên ku ji kontrola tenduristîyê derbas bûn, ji bona ku bên pirsyarkirin ji ewlehîyê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)